
Ji ber barîna berfê li gelek bajaran dibistan ji bo rojekî hatin tetîlkirin
Hat îfadekirin ku ji ber barîna berfê û hewaya sar ku tesîrdar e li 10 bajaran ji perwerdehîyê re navber hat dayîn.
Enqere
Ji teref Qeymeqamtîya Şakikaraagaçê ve hat daxuyandin ku ji ber rewşa hewayê ji perwerdehîyê re ji bo 1 roj navber hat dayîn.
Qonye
Walîtîya Qonyaye daxuyand ku li navçeya Ilginê j ber berfa ku ji êvarê ve dibare ji perwerdehîyê re ji bo 1 roj navber hat dayîn.
Yozgat
Li navend û hemû navçeyên Yozgatê jî ji perwerdehîyê re ji bo nîv dan navber hat dayîn.
Kirşehîr
Hat daxuyandin ku li navçeyên Akçakent, Boztepe, Çîçekdagi û Mucurê ji perwerdehîya bi çûnûhatinê re ji bo piştî nîvroyê navber hat dayîn.
Ordu
Ji teref Walîtîya Ordûyê ve hat daxuyandin ku li navçeyên Aybastı, Çaybaşı, Golkoy, Gûrgentepe, Kabadûz, Korgan û Ulubeyê ji perwerdehîyê re ji bo 1 roj navber hat dayîn.
Qeyserî
Ji ber rewşa hewaay xerab li Qeyserîyê ji perwerdehîyê re ji bo 1 roj navber hat dayîn.
Aksaray
Li navçeyên Eskîl, Guleagaç û Guzelyurtê ji perwerdehîyê re ji bo 1 roj navber hat dayîn.
Sêwas
Li Sêwasê ji ber rewşa hewaya xerab li giştîyê bajêr ji perwerdehîyê re ji bo 1 roj navber hat dayîn.
Edene
Li navçeya Tufanbeylîya Edeneyê ji perwerdehîya bi çûnûhatinê re ji bo 1 roj navber hat dayîn.
Erzîncan
Li navçeya Refahîyeya Erzîncanê ji ber rewşa hewaya xerab ji perwerdehîyê re ji bo 1 roj navber hat dayîn.
Di daxuyanîyan de hat îfadekirin ku ew ê personelên bihemle jî wek biîzînbin bêne hesibandin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.