Ji ber erdhejê li Sûrîyê 5 hezar û 951 kes mirin
Li Sûrîyeyê ji ber erdheja li Mereşê heta niha 5 hezar û 951 kesan canê xwe ji dest dan.
Li gorî nûçeyên çapemenîya Ereb li Sûrîyeyê hinek xanî hilweşîyan, hejmarê mirovên ku di encama erdhejê de canê xwe ji dest dane jî derket 5 hezar û 951 kesan.
Di encama erdheja ku di 6ê Sibatê de pêk hatibû de jî li Sûrîyeyê gelek xerabûn pêk hatibûn û li gorî daneyên ne fermî jî heta niha nêzê 11 hezarî mirovan canê xwe ji dest dane. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.