Ji Bernameya Meşa Fîlîstîna Mezin ku Evîndarên Pêxember li dar xistibû re bi hezaran mirov beşdarî bûn

Ji Bernameya Meşa Fîlîstîna Mezin ku Evîndarên Pêxember li dar xistibû re bi hezaran mirov beşdarî bûn

Weqfa Evîndarên Pêxember, li Dîyarberê ji bo Fîlîstînê bi şîara “Destekê me ya ji Tofana Eqsayê re” meşekî li dar xist, ji bernameyê re bi hezaran evîndarên Qudsê beşdarî bûn.

Bi hezaran Dîyarbekirîyên Evîndarên Pêxember û Evîndarên Qudsê ên ku li Ceddeya Ofîsa navçeya Yenîşehîrê hatin cem, bi tevî alên Tewhîd û Fîlîstînê û siloganan heta Qada Şêx Seîd meşîyan.

Endamê Sazîya îdareya Giştî yê HUDA PARê Vedat Turgut li Qada Şêx Seîd derheqê mena û muhîmtîya rojê de axavtinekî kurt kir, wî li ser bêdengîya ummeta Îslamê bal kişand û îfade kir ku îdarevanên dewletan ji vê rewşê re kerr, lal û kor dimînin.

Turgut weha got, “Em bû 107 roj e di şînê de ne, ji çavên me xwîn diherike. 107 roj e şebekeya terorê ya sîyonîst li ser axên Fîlîstînê Misilmanan qetil dike. Bi sedhezaran însan ji cîhê xwe bûn, li ser axên xwe û welatên xwe bûn wek mihaciran. Wan kesên ku dibêjin em çûne û diçin fezayê, li hember vê mezalîmê kerr, lal û kor bûne û ewakî jî berdewam dikin. Di demeke nêz de li welatê me erdhejekî çêbûbû û însanên me di bin kavilan de mabûn, ji me alîkarîyê dixwestin. Îro jî bihezaran Xezzeyî li wê derê di bin kavilan de mane û dikin qîrînî û hewar, lê 2 milyar ummet ji cîhê xwe rûniştîye nikare rabe pîya. Binê erdê ji bo ummeta ku dibêje ez çûme fezayê, ji ser rûyê erdê bixêrtir e.”

Turgut di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku tu hêvîya wan ji îdarevanên welatan nemaye û dûre weha got, “Ez niha ji Qada dîrokî ya Qada Şêx Seîd dibêjim ku ‘Bila Hêvîya we hebe’ çîmkî kulmekî Misilman ku dibêjin Rebbê me Allah e, di roja 7ê Cotmehê de li hember mistekbîrên dinyayê tofanekî dan dest pê kirin. Sedema nesekinîna sîyonîstan eve, ger ku ew bisekinin û agirbestê îlan bikin ew ê bi hev re bikevin hev. Niha îro li wê derê partîyên sîyasî têne damezrandin û van partîyan jî ne ji bo polîtîqayan nînin, wan partîyan ji bo derketin û revandina ji îsraîlê ye. Me berê jî ji bona ku cîhê Selaheddîn Eyyûbî bê girtin bangan kiribû, me gotibû ku ‘firsedê binirxînin’ lê mixabin hinek îdarevanên qaşo welatên Îslamê ne hene ku îro ji îsraîlê re xwarin û petrolê dişînin. Ji ber vê yekê ti hêvîyekî me yê ji wan nemaye.”

Di berdewama bernameyê de ji teref hunermendên Ajansa Ozlemê ve derheqê rojê de merş û îlahî hatin xwendin dûre jî daxuyanîyekî çapemenîyê hat lidarxistin.

“Sîyonîstan, cesaret nakin ku derkevên li hember muminên ku derdikevin li hemberê wan”

Daxuyanîya çapemenîyê ji teref Koordînatorê Giştî yê Weqfa Êtîman Cemîl Cahît Unsal ve hat xwendin.

Cahît ji axavtina xwe re bi ayetên “Mumin ji bo însanîyetê ku hatîye derxistin ummeta herî bi xêr e. Ew başîtîyê emir dikin, ji xerabîyê dûr dixin û bawerîya Xwedê dikin… ‘Tu dem, ji yadkirina Xwedê; hakimkirina başîtîyê, ji bo tunekirina xerabîyê û ji herbê paşve nemînin. Bê guman Xwedê ew ê yên ku ji bo dînê xwe herbê bikin mizaffer bike’. Herba Bedrê bînin hişê xwe. Wan Muminên ku di rêya Xwedê de herbê dikirin çawa wan muşrîkan mexlûb kirin. Di Bedrê de ji hemû Misilmanan re dersên mezin hene. Van dersan ji bo îro û sibe ronîyê dide û di wê herbê de peyam hene.”

Unsal, “Doh muşrîkên berî, îro jî cihûyîyên sîyonîst, wan Muminên ku derdikevin li hemberî wan bi du qatî dibînin, cesaret nakin ku derkevin hemberî wan. Alîkarîya bêguman yê Xwedê ku di Bedrê de hatibû, wa îro jî ji Xezzeyê re tê dayîn. Çîmkî ji sed rojî zêdetir e ne tenê li hember sîyonîstan, li hember hemû mistekbîrên dinyayê herbekê tê kirin. Li Xezzeyê cepheyekî ku wek wî nehatîye dîtin hatîye vekirin. Em tam li hember cepheya sîyonîstan disekinin. Em ji bona ku pîrozîyên xwe biparêzin û ji xûşk û birayên xwe yên Fîlîstînê re mil û destekê bidin, ji bona ku li hember emperyalîzma kurewî bisekinin di sefên herî pêş de cîh digrin.”

“Yê ku li para me dikeve xwedîderketina vê cîhadê, jîyankirin û qewet dayîne”

Unsal, “Bila ti kes nebêje ku Dîyarbekir dûrê Xezzeyê ye. Quds, Mescîdî Eqsa û Xezze, çi ji çavên me çi jî ji dilê me re dûr e. Em torinên Selaheddîn Eyyûbî yê Kurdî ne. Em ummeta Muhammed in, em mîrasvanên fetha Heyberê ne! Em ê ala zeferê heta dawîya dinyayê bigrin ser milên xwe. Bila ti kes zen neke ku Fîlîstîn tenê ye, bila ti kes nebêje ku Misilmanên biîzzet ji îşxala Qudsê re bêdengin û haya wan jê tuneye, bila ti kes nebêje ku em hindik û ziîf in. Xezze meşale ye, Xezze qîrîna ku mizgînîya ummetê ye, Xezze şîyarbûna qelaştina perdeya xefletê ye, Xezze cîhada pêxwasan e. Yê ku li para me dikeve xwedîderketina vê cîhadê, jîyankirin û qewet dayîne. Yê ku li Fîlîstînê zeferê bîne yekîtîya Misilmanan e.”

Cahît Unsal îfade kir ku ji esrekî zêdetir e li ser axên pîroz li dijî Misilmanan zilm tê kirin, divê ev micadeleya ku li hember vê zilma zordarî û tehdayîyê tê dayîn ji bo me bibe mînak, “Tewr û sekina ku wan însanên ku dema zarokan wan dimirin, malên wan jî ji wan têne standin û ew têne qetilkirin ji bona Misilmanan bibe mînakek. Ew bi gotina ‘Hesbunallahî We Nîmel Wekîl’ ji me re nîşan didin ku Misilman xwe ji Xwedê re bi çi şeklê feda bike. Çi nefsa me û çi jî canê zarokên me ji yên wan biqîmettir nîne. Bebekên mezlûm yê Fîlîstînê ku hêj di nav qundaxê de ne, zarokên wan ên biçûk têne qetilkirin, di vê rewşê de jî tenê şîn li ser milê me nakeve. Yê ku li ser milê Ummetê dikeve; vejîn, rabûna pîya û mil dayîna ji berxwedana Xezzeyê re ye.”

“Ji bona Xwedê hûnê kengî werin xîretê?”

Unsal îfade kir yên ku li Fîlîstînê têne jîyankirin hemû Misilmanan jê mesul in û mesulîyeta herî mezin jî li ser milê îdarevanên welatê Îslamê dikeve, “Em vê mesulîyetê cardin bibîrdixin û dipirsin; We kîjan gavê avêtîye ku em di paş de mane? We kîjan qerarê girtîye ku em li pişt we nesekinîne? We kîjan sînoran vekirîye ku em jî ji bo Quds û Xezzeyê nerevîyane ? di nav sed rojan de nêzê 30 hezaran Misilman hatin şehîdkirin. Ji 60 hezarî zêdetir xûşk û birayên me birîndar bûn, piranîya wan jî seqet man. Ji 10 hezaran zêdetir zarokên me bi şekleke hov û wehşîyane hatin qetilkirin, dîsa bi dehhezaran zarokên me êtîm man. Heydût û heramîyan xûşk û birayên me kirine bin muhasarayê û roj bi roj wan qetil dikin, hûnê heta kengî vê qetlîamê temaşe bikin? Ji bona Xwedê hûnê kengî werin xîretê?”

“Bi hezaran ton alîkarî li ber Derê Sînora Refahê ye, hêj hûn nikarin vana bikin nav Xezzeyê”

Unsal di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku “Bi sedhezaran însan li wê derê tî û birçîne. Amûrên alîkarîyê ber bi xerabûnîyê ve diçe. Hûnê heta kengî ewakî bisekinin? Êdî werin xîretê û wan alîkarîyan ji Xezzeyê re bighêjînin. Ger ku ji birîndaran re derman û alîkarîya tenduristîyê neghêje ew ê felaketên mezin çêbibin. Wallehî agira ku li ser Xezzeyê dibare wê we jî bişewitîne. Hûn dizanin gelo ew ê navê we çawa derbasî dîrokê bibe? Ev, li gorî qerara ku hûnê îro bigrin wê şekil bigre. Hûn gavên çawa bavêjin ew ê navê we jî bi wê şeklê di rûpelên dîrokê de cîhê xwe bigre. Bîrva nekin yên ku dîrokê dinivisînin hûn in!”

“Em ê, di van meydanan bisekinin û li bêvîya vekirina derîyên sînoran bin”

Unsal di dawîya axavtina xwe de weha got, “Xezze di bin muhasareyê de ye, li Qudsê dorpêç heye. Cîhûyîyên sîyonîst hema hema her roj êrîşî Mescîdî Eqsayê dikin. Misilman nikarin bikevin nav Eqsayê. Ger ku hûn, yên ku welatên Îslamê îdare dikin, ji vê îşxalê re nebêjin ‘bisekine’ him destê Misilmanên îro him jî destê neslên sibe wê di qirika we de be. Lê ger ku hûn li hember mistekbîran serî rabikin, hûnê wê teqdîra Misilman û însanên xwedî wijdanê û mihebbeta wan qezenc bikin. Pêşîya her tiştî hûnê bighêjin riza Xwedê. Îzzet û şeref, yê Xwedê û muminên ku bawerî bi wî anîtine ye. Xwedîbûna vê îzzet û şerefê û heta qîyametê yadkirina bi xêrê di destê we de ye. Em ê di van meydanan de bin. Em ê li Dîyarbekirê, li Êlihê, li Enqereyê û li Stenbolê ji bo Xezze û Qudsê bikin qîrînî. Em ê li bêvîya bihîstina we ya dengê me bin, li bêvîya şîyarbûna we ya ji xewa xefletê bin, em ê li bêvîya vekirina derîyê sînoran a ji teref we ve bin. Daxwazîya me ya ji Xwedê jî ev e ku bila ji bo azadîya Qudsê sebeban çêbike. Dawîya doza me hemdkirina ji Xwedê re ye.”

Bername bi duayê dawî bû. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.