Ji bo 17 bajarên Rojhilat û Îranê hişyarîya lehîyê hat kirin
Navenda Meteorolojîyê ya Îranê ji bo 17 bajarên Kurdistana Rojhilat û Îranê hişyarîya lehîyê kir.
Li gorî beyanata ku ji teref Navenda Meteorolojîyê ve hat belavkirin ew ê li 17 bajarên ku bajarên Sîne û Urmîye jî di nav de ew ê baraneke zêde bibare.
Ji welatîyan hat daxwazkirin ku bi dîqqet bin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.