
Ji bo bernameya bîranîna şehîdên mayînê ya Qerejdaxê bang hat kirin
Platforma Kerwana Şehîdan bi minasebeta 31emîn salvegera şehadeta 11 kesên di sala 1994an de li gundê Gogwerî ya navçeya Çinar a Dîyarbekirê ji teref PKKê ve hatin qetilkirin, roja Yekşemê bernameya bîranînê li dar dixe.
Di ser wê roja bi xwîn a sala 1994an de ku li gundê Gogwerî ya navçeya Çinarê ya Dîyarbekirê di encama teqîna mayînên ji teref PKKê ve li ser rê hatibû bicihkirin de 11 kes şehîd bûn, 31 sal derbas bûn.
PKKya ku di salên 1990î de li herêmê bi taybetî li Diyarbekirê ji bilî xwe tu hêz qebûl nedikir û mafê jiyanê yê Mislimanan nas nedikir, di 10ê Adara 1994an de li ser rêya gundê Gogwerîya navçeya Çinarê mayin danî û di encama teqîna van mayinan de 11 misilman şehîd bûn.
Platforma Kerwana Şehîdan wek her sal di salvegera şehadeta 11 Mislimanan de bernameya bîranînê li dar dixe.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê bernameya ku tê de qetlîamên PKKya li herêmê hatin kirin û bi kurtasî biyografiya kesên ku di Komkujiya Gogweriyê de canê xwe ji dest dabûn hatin vegotin û weha hat gotin: "Hemû gelê me dawetî bernameya ku dê 9ê Adarê roja Yekşemê saet 13.30î li gundê Gogwerîyê bê lidarxistin dikin." (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.