Ji bo bernameya Fetih a Diyarbekirê bang hat kirin
Ji teref Şaxa Ciwanan a Diyarbekirê ya HUDA PARê ve bi minasebeta 1385emîn salvegera fetha Diyarbekirê sibe bi temaya "Rêya Me Rêya Fethê ye" bernameyek tê lidarxistin.
Di 1385emîn salvegera fetha Diyarbekirê ya ji teref ordiyên Îslamê ve dê îro di saet 16.30î de ji Mizgefta Selahaddîn Eyyûbî heta wargeha Hezterî Silêman meşek bê lidarxistin. Dûre jî bername ew ê bi axavtin û îlahîyan berdewam bike.
Serokê Şaxa Ciwanan a Diyarbekirê ya HUDA PARê Nasrullah Demîr di derbarê naveroka bernameya ku dê bê tertîpkirin de agahî da û hemû Diyarbekiriyan banga bernamê kir.
Demîr diyar kir ku armanca wan a sereke ji organîzekirina vê çalakiyê ew e ku ruhê fethê bi bîr bînin.
Demîr got ku ji bo çalakiya ku îro bi temaya "Riya me rêya fethê ye" bangawazî kir û got, "Bernameya me wê roja yekşemê saet di 16.30an de li Kompleksa Selahedîn Eyyûbî bên cem hev û ber bi Kûkê ve bimeşin. Li kampusa Hz.Silêman piştî wê li kampusê helbest û awazên fethê û axaftinên li ser wate û girîngiya rojê tên lidarxistin." (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.