Ji ceryanê re ji sedî 25 zem hat kirin

Ji ceryanê re ji sedî 25 zem hat kirin

Sazîya Tertîpkirina Pîyasaya Enerjîyê (EPDK), ji ceryanê re ji sedî 25 zem anît, wê aboneyan ji vê şûnve fatoreyên xwe li gorî vê zemê bidin.

Di daxuyanîya ku ji teref EPDKyê ve hat belavkirin de weha hat gotin:

“Ji ber zêdebûna malîyetên parvekirin û hilberîna ceryanê di fîyetên firotina perakende ya ceryanê de ji bo koma aboneyên meskenan ji sedî 25, ji bo koma aboneyên sektora taybet û raya giştî ji sedî 15, ji bo koma senayîyê ji sedî 10 û ji bo koma aboneyên fealîyetên çandinîyê jî ji sedî 12,4 zem hatîye kirin.

Bi tevî vê zemê şixulandina ceryanê ya 100 kWhê ya aboneyeke xanîyan ew ê 259,04 Lîre be.

Zema ku hat kirin ew ê ji 5ê Nîsana 2025an şûnve derbasdar bibe.”

Li gorî vêya di aboneyên xanîyên erdgazê de zem nehat kirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.