Ji Hoşyar Zêbarî ji partîyên ku têkilîyên wan bi PKKê re hene re: Bûne şaneyên pençeşêrê

Ji Hoşyar Zêbarî ji partîyên ku têkilîyên wan bi PKKê re hene re: Bûne şaneyên pençeşêrê

Endamê Polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî ragihand, aliyên ku tê gotin ser bi PKKê ve ne, di laşê Herêma Kurdistanê û tevahiya Iraqê de bûne şaneya penceşêrê û hêmaneke bêîstîqrar û kaosê ne.

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî biryara Lijneya Dadweriya Hilbijartinan a qedexekirina çalakiyên 3 partiyên nêzîkî PKKê nirxand.

Zêbarî di peyama xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê de wiha got:

“Biryara Desteya Dadwerî ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Helbijartinan ji bo qedexekirina sê partiyên Kurdî yên ser bi PKKê ve di hilbijartnên Parlamentoya Kurdistanê de, rast û jîrane ye, ji ber ku ew bûne şaneyeke penceşêrê li Herêma Kurdistanê û Iraqê û ew faktora nearamî û tevliheviyê ne.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.