Ji HUDA PARê bangek girîng ji bo partiyên siyasî yên ku di Meclîsê de komên wan hene: Qirkirinê bisekinînin

Ji HUDA PARê bangek girîng ji bo partiyên siyasî yên ku di Meclîsê de komên wan hene: Qirkirinê bisekinînin

Ramanli, di meclîsê de civîna medyayê lidar xist. Ramanli bang li parlementeran kir ku hêj meclîs têneketiye tatîlê bila teklîfa wan a derheqê sîyonîstên him welatiyê rejima sîyonîstin him jî welatiyên Tirkyeyê ne bê meclîsê û muzakere bikin.

Sîyonîstên ku him welatiyên rejima sîyonîst in him jî welatiyên Tirkyeyê ne jî tevlî qirkirin û qetlîama Xezzeyê dibin. Ji ber vê yekê HUDA PARê teklîfek ganûnê pêşkêşê meclîsê kir.

Berdevkê HUDA PARê û parlementerê Êlihê Serkan Ramanli di vê çarçoveyê de di meclîsê de civîna medyayê lidar xist. Ramanli got, hêj meclîs têneketiye tatîlê bila ev teklîfa wan di meclîsê de bê muzakerekirin.

“Em dixwazin ji cîhanê re ragihînin ku Meclisa Tirkiyeyê a li hemberî qirkirina li Filistînê bêdeng ne maye”

Ramanli di destpêka axaftina xwe de bang li partiyên ku komeke wan heye, pêşniyarên qanûnî yên ku beriya betlaneya Meclîsê di Lijneya Giştî ya Meclisa Tirkiyeyê de bên nîqaşkirin û der barê wan de însiyatîf bên kirin, kir û ev tişt anî ziman:

“Teklîfa me ya ku di 9ê Tîrmehê de li civata Giştî ya Meclîsê hat nîqaşkirin, ji bo ku hemwelatiyên duwelatiyên ku di qirkirin û sûcên li dijî însanyetê de cih girtine û rê li ber kesên ku sûcê qirkirinê kirine, li Tirkiyeyê bên mahkemekirin, hat qebûlkirin. Ji îro pê ve teklîfa qanûna me hat çapkirin û belavkirin. Em dixwazin beriya ku Meclîs tênekeve tatîlê eger mumkin be li Civata Giştî ya Meclîsê bê nîqaşkirin muzakerekirin. Em jî dizanin ku divê hemû alî di vê mijarê de mesûlyetê bidin ser milên xwe.”

Ramanli destnîşan kir, ev ji bo meclîsê firsend û derfetek ku li hember qirkirinê bêdeng nemanin.

“Hêvî û armanca me ew e ku ev teklîfa me bi yekrayî di Civata Giştî ya Meclîsê de bê qebûlkirin. Belê, helbet teklîfên din jî li pêşiya we hene. Lê mimkun e ku ev telîfa me me jî wek teklîfên din derbikeve pêş. Em bang li komên partiyên siyasî dikin ku di vê mijarê de pêşengiyê bikin. Û bi hev re, bi yek dil em dixwazin ji cîhanê re nîşan bidin ku Meclisa Mezin a Tirkiyeyê li hemberî qirkirina Filistînê bêdeng nemaye.. Em dixwazin siyonîstên di nav me de tevli qirkirinê bûne û sûcê li dijî mirovahiyê kirine, hemwelatîbûna wan bê derxistin û rê li ber mahkemekirina wan bê vekirin. Ew ê peyam û mesajek pir xurtir be ku em ê bidin vê dinyayê.

“Koçberên Sûriyeyî neçar dimînin ku 'forma vegera bi dilxwazî' îmze bikin û neçar dimînin vegerin"

Ramanli gotinên wisa domand, “Koçber ew kesên ku ne bi keyfî welatên xwe terikandine. Ji şer reviyan, warê bav û kalên xwe yên ku lê ne ewle bûn hiştin û hatin welatê me. Erê, ev ji bo me jî pirsgirêkeke civakî ye... Em berdêla vê yekê bi hev re didin, lê divê em bi hev re vî barî hilgirin heta ku axa ku lê dijîn ewle be û vegerek ewle hebe.

Piştî hin bûyerên ku di çend rojên berê de li Qeyseriyê qewimîn, me hemûyan bi poşmanî çavdêriya wan kiryaran kir ku bi armanca cezakirina komî ya hemû koçberan û wêrankirina mal û kargehên wan hatine kirin. Ji îro pê ve ger ev îdia rast bin, zêdekirina pêkanînên ku wê koçber bi darê zorê paşve bên şandin wê bibe felaket. Heta niha der barê rastî û nerastiya îdiayên di vî warî de ji aliyê rayedarên desthilatdar ve tu daxuyanî nehatine dayîn. Em hêvîdar in ku ev mijar di zûtirîn dem de were ronîkirin. Em dibêjin bila ji bîr nekin ku mafê koçberan jî wek me heye. Mafê tu kesî tune ku kiryarên neadil ên ku maf û qanûnên wan binpê dike îmze bike. Divê li ser van îdiayan lêkolîn bê kirin û heke hebin jî divê der barê memûrên ku peywira xwe xerab kirine de lêpirsîn bê kirin.” (İLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.