Ji HUDA PARê ji Komîteya Olîmpiyatê re bertek

Ji HUDA PARê ji Komîteya Olîmpiyatê re bertek

Nerazîbûnên li dijî beşdarbûna rejîma dagirker a Lîstikên Olîmpiyatê yên Navneteweyî dewam dikin. Serokê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê mijarê de daxuyanî da.

Yapicioglu bal kişand ser qirkirina li Xezzeyê û wiha got: "Eger komîteya olîmpiyatê ya navneteweyî wek Rûsya û Belarûsê nikaribe qerara qedexekirina rejima îşxalker a qewimyetperest û qatîl a siyonîst bigire, divê Olîmpiyatên Parîsê bên boykotkirin."

Nerazîbûnek din jî ji Parlamenterê Mêrsînê û Berpirsê Polîtîkayên Ciwanan a HUDA PARê Faruk Dînç ve hat nîşandan. Dînç ev qerar weke durûtiyê bi nav kir.

230d2e9a-74cf-4269-afff-8c007db36a8a.jpg

Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglû di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de diyar kir ku, îşxalkerên li Xezzeyê jî sporvan qetil kirin û bal kişand ser durûtiya alema xerbê.

Yapicioglu di parvekirina xwe de got ku, “Di qetlîamên ku ev zêdeyî 9 meh in li xezzeyê dewam dikin de zêdetirî deh hezar pîrek, nêzî bîst hezar zarok, bi sedan rojnamevan, sporvan, doktor, mamoste û xebatkarên alîkariyê rasterast bûne hedef û hatine qetilkirin. Komîteya navdewletî ji bo rûsya û belarûsê qerar girt ku bila beşdarê olîmpiyata nebin. Digel vê yekê eger qerara qedexekirina rejîma îşxalker a siyonîst a qewimyetperest ji bo tevlî olîmpiyate nebe negeri divê olempiyata parîsê were boykotkirin. Ger rêveberî qerara boykotê nedin, sporvanên li dijî qirkirin û qewimyetperestiyê divê li dijî sporvanên ku li ser navê îsraîlê mucadeleyê didin re musabaqayê nekin. Tewr û helwesteke wiha ji madalyaya zêr bi qîmettir e.”

bb78013c-1e38-4030-b22f-726ec81e1f3a.jpg

Ji komîteya olîmpiyata navnetewî re nerazîbûnek din ji teref ji Parlamenterê Mêrsînê û Berpirsê Polîtîkayên Ciwanan a HUDA PARê Faruk Dînç ve hat nîşandan.

Dînç got, “Li hemberî hovîtiya ku îsraîla qatîl ji 7ê Cotmehê û vir ve li Xezzeyê dimeşîne xelk nerazîbûnên mezin nîşan dide, dewlet jî nêzîkatiya xwe ya durûtiyê didomînin. Olîmpiyatên havînê yên Parîs a 2024 ku wê li Parîs a paytexta ransa bê lidarxistin, numûneyek berbiçav a vê helwest û tewrê ye.”

“Welatên cîhanê di vê mijarê de weka sê meymûnan yanî; kor, lal û ker in…”

Dînç di beyana xwe de îfade kir, “Welatên ku bi sebeba şerê ukraynayê cezayên li ser rûsyayê dide tetbîqkirin dema ku mijar dibe îsraîl, weka sê meymûnan kor, lal û ker dibin. Komîteya olîmpiyatê ya navneteweyî ya ku bi sebaba şerê ukraynayê rûsya û belarusê ji olîmpiyadê qedexe kir, hîn jî qerarek derbarê qedexekirina îsraîla ku qirkirinê dike ji lîstikên olîmpiyatê de negirtiye. Di salên berê de afrîkaya başûr ji ber sûcê şer tevlî olîmpiyatê nebû. Herwiha sovyet û almanya jî ji ber sûcên şer tevlî olîmpiyatê nebûn. Di serî de welatê me, cîhana îslamê û hemû welatên di vê warê de hesas in divê nerazîbûnên xwe ji bo rejîma siyonîst beşdarê olîmpiyatê nebin nerazîbûnên xwe nîşan bidin.”


HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.