Jiyana Sazkerê Cema’eta Hîzbullah (Şehîd Huseyînê Mala Welî) 1
Rêber, her dema wî di tengasiyê de derbas bû, 22 salê temenê xwe şev û rojê wê kir yek û bi têkoşîneke bê hempa derbaskir, dawiya vê jiyana bi bereket jî bi şehadetê tacdar kir.
Werger: ‘Emmar Eyyûbî
Destpêk
Hemd ji Xweda Te’ala re, Selat û Selam li ser Resûlê Wî, ehlê beyta Resûlê Wî yê pak, li ser Eshabiyên Wî û li ser wan kesên ku heya qiyametê rêya wî dişopînin be.
Nivîsandina jiyana Şehîd Rêber Huseyinê Mala Welî, ji vê xebata han xebateke gelek berfirehtir e. Hê di serî de em vê yekê beyan bikin ku ev xebat, dûre ku jiyana wî bi awayekî kamil pêşkêş bike. Lewra jiyana wî bi têkoşîna Îslamî re şekil sitendiye û di vê jiyana têkoşînê de gelek bûyerên girîng qewimîne. Ji bo ku meriv vana teva binivîsîne û têxe bin qeydê pêdivî bi xebateke gelek mezin heye. Di vê xebata han de heya ji dest bê wê bi awayekî kurt û wecîz jiyana Rêberê me bê pêşkêş kirin.
Dema jiyana Şehîd Rêber hate nivîsandin, ji dûvedirêj kirinên ku pêdivî pê nîne dûr hat sekinandin, heya ku îmkan hebe kin û wecîz, bê ku cî bê dayîn hinek me’lûmatên ku raste an ne rast e, bi muşahede û me’lûmatên kesên ku wî qenc nasdikin hate nivîsandin. Ji aliyekî ve jî, şert û mercên Tirkiyê hat anîn ber çava û ji bo ji kesîre tu pirsgirêk çênebin navê kesên me’lûmat ji wan hatine sitendin nehat dayîn. Danasîn û naskirina tiştên kiriye bingeh hate sitendin, di serî de neslên pêşerojê yên Cema’eta Hîzbullah, hewl hatiye dayîn ku Şehîd Rêber bi kesayetên Musulman yên xizmeta Îslamî ji xwe re kirine de’we û bi gelê me yê Musulman bê danasîn û ji bo ev mesûliyet pêkbê ev xebat hatiye kirin.
Şehîd Rêber, ji ber ku Fenafîlcema’et bû, ji sala 1979an ku Cema’et tê de hat damezrandin heya sala 2000a ku bê gotin: “Jiyaneke wî ya ferdî çênebûye” di cî de ye. Lewra şev û rojê xwe bi temamî dabû karên Cema’etê, jiyana wî bi dîroka Cema’etê re bibû yek. Ji ber vê yekê temamê demên wî bi Cema’etê re di nav hev de bû. Bi van sedeman nivîsandina jiyana wî bi awayekî kamil ne karekî pêkan e, di Dîroka Cema’etê de wê jiyana wî berfirehtir bê dayîn. Dîroka Cema’etê, di heman demî de wê jiyana wî jî bi awayekî kamil ji me re raxe.
Beşa Yekem
Muqeddîme
“Ji Mumînan hin zilamên wisa hene ku wan, ew soza dane Allah Te’ala bi cih anîne. Vêca hin ji wan nezra xwe anine cih; canê xwe feda kirine û hin ji wan jî li benda (şehîdiyê) ne. Wan bi tu awayî soz û ‘ehda xwe neguhartine.” (Ehzab: 23)
Ku meriv bibe muxatebê vê ayetê û bi zimanê Quranê pesnê meriv bê dayîn bêguman ev yek tiştekî gelek bi ‘izzet û rûmet e. Şehadeta; Şehîd Rêber Huseyînê Mala Welî yê ku gelek tişt xistibû nav 48 salê jiyana xwe de û 22 salê temenê xwe ji bo avakirina Cema’etê derbaskiribû, bêguman vêya îfadeyeke ku tebat, mêrxasî û mana li ser peymana ku dabû Xweda ye.
Rêber, her dema wî di tengasiyê de derbas bû, 22 salê temenê xwe şev û rojê wê kir yek û bi têkoşîneke bê hempa derbaskir, dawiya vê jiyana bi bereket jî bi şehadetê tacdar kir. Şehîd Rêber, şehîd bû lê belê di pey xwe re Cema’eteke Îslamî û zexm, bi hezaran mêrxasên de’wê ku bi biryarin heya nefesa xwe ya dawî vê de’wê bidomînin û bi sedan prensîb û esasên ku şeklê têkoşîna Cema’etê tespît dikin hişt.
Zû çûyîna wî ya ji nav me, teqez me gelek di bin bandora xwe de hişt û noqî nav jan û huznê kir. Gelek tişt hê hebûn ku divê me di derbarê wan de jê îstîfade bikira. Ji bo Musulmanan û gelê Kurdistanê bû windayiyeke mezin. Lê belê digel evqas karên girîng ku di jiyana xwe ya têkoşînê de bi cî kiriye, nîşan daye ku yekî xwedî îxlas û bawerî, bi ğîret û sebrê dikare çibike û Musulmanên belav dema bibin cema’et dibin hêzeke çawa.
Digel, kitêbên wî yên perwerdekar û berhêlîker ku bi hezaran rûpel digirtin û di demên ku pêdiviya Cema’etê çêbûye de bi bal elemanên xwe ve nivîsandiye, xebateka wî ya li ser Siyerê jî hebû. Lê belê ji ber ku vana di nav tevgerên Cem’atê de kargînî dîtine weke pirtûkekî nehatine çapkirin. Ji xwe ew bi xwe jî; xwedî ramaneke ku ji axaftinê pirtir kirinê pêwist dibîne bû. Digot: Di 1400 salên Kulliyata Çanda Îslamê de ‘alimên Îslamê gelek pirtûkên Îslamî nivîsandine, pirsgirêka îro a Musulmanan ne ji kêmbûna eser û pirtûkên Îslamî ye, ji kêmbûna pratîkê ye, naxwe divê îro ji nivîsandina pirtûkan bêtir ehemmiyet bê dayîn pratîk û têkoşînê. Ji ber vê yekê enerjî û dema xwe serfî çalakiyên Cema’etê dikir. Li gor mercên wê rojê, rê û metoda têkoşîna Îslamî bi tetbîqatên di nav Cema’etê de pratîze dikir. Ji lewre berhema wî a herî mezin, Cema’eta Hîzbûllah e.
Mensûbekî Cema’etê yê bi nav, bi vî awayî dibêje: “Rojekî hevalekî ji Şehîd Rêber re go: “Keko, xwezî te pirtûk binivîsandina da ku me jî jê îstîfade bikirana.” Şehîd Rêber, jê re go: “Ji nivîsandina pirtûkan pirtir, divê jiyana her yekî ji me weke pirtûkekê be. Divê em jiyaneke wisa bijîn ku, dema yekî vê jiyana me xwende weke ku pirtûkeke girîng xwendibe karibe ji xwe re dersan jê derîne. Divê jiyana her mensûbekî cema’etê weke pirtûkekê be.”
Şehîd Rêber; di tevî jiyana xwe de kesayet û navê xwe tu demî dernexist pêş, di şûna vê de bi taybetî û israr kesayeta me’newî a Cema’etê derxist pêş. Ji naskirina meziyetên xwe pirtir xwest ku serkeftin û meziyetên Cema’etê bên naskirin. Dewamî li ser de’wê sekinî, her carê go: Cema’et. De’wa Îslamê ji dil ji xwe re kire derd, meznahiya de’wê û xwestina de’wê li gor meznahiya xwe berdêlan tu demî jibîr nekir, bi ciddiyet li ser sekinî, baş teşxîs kir ku; de’we bi peyv û sloganên vala nameşe, neyaran rind naskir û li gor wê hereket kir û tedbîr û veşariya ku merc divên bi ehemmiyet pêkanî. Ji ber vê yekê ye ku sed mixabin gelê me yê Musulman, rêzanekî girîng yê raman û hereketê ku di sedsala me de derketiye bê ku nasbike winda kir.
Bi vê minasebetê; danasîna vî kesayetê mezin, di serî de ji civakî wî re û ji tevî mirovahiyetê re, li ser me wezîfe ye. Ha! Ji bo ku em vê wezîfa xwe pêkbînin me dest avêt vê xebatê. Da ku em jiyana wî bi awayekî rast raxin holê û Wî weke ku ew e bidin danasîn. Bi vî awayî; ji ber ku wî Cema’etê derxistiye pêş û kesayeta xwe li paş hiştiye hatiye jibîrkirin, ji aliyekî ve jî neyarên Îslamê û hevkarên wan di derheqê Wî de bi qesdî, ğeletî, derew û îftîrayan avêtine, em jî ji bo van derew û îftîrayan vir derxin ranebin firsetê nedin bi awayê ku ew dixwazin wî bidin naskirin.
Ev xebat, çiqas qeder kêm û ne kamil be jî em hêvî dikin ku; xizmetê ji danasandin û fêmkirina wî re bike. Û dîsa em hêvî dikin ku ev însanê bi qîmet di dîroka me de ciyê ku heq dike bigre.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.