Karwana Hêvîyê ji Mislimanên Arakanî re alîkarî kir
Karwana Hêvîyê ya ku li welêt û li derveyî welêt bi dirûşmeya "Jiyan Pêkve Xweş e" xebatên alîkarîyê yên Meha Remezanê da destpêkirin, li Bangledeşê ji wan Mislimanên Arakanî yên ku di kampanda dimînin re alîkarî kir.
Rayedarên karwanê destnîşan dikin ew li Bangledeşê ji bi sedam malbatên feqîr û muxtac re alîkarîya xurek û erzaqê kirine û ew ê xebatên wan ên alîkarîyê bênavber berdewam bike.
Xebatên alîkarîyê li gorî agahîyên ku rayedar dane li herêam Modarganjoya Bangledeşê hatin kirin û ew ê alîkarî heta Îda Remezanê berdewam bikin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.