Karwanê Hêvîyê li Êlihê ji mihtacan re goştê sor û zexîre belav kir

Karwanê Hêvîyê li Êlihê ji mihtacan re goştê sor û zexîre belav kir

Komeleya Êlihê yê Karwana Hêvîyê, bi minasebeta sê mehên bimbarek ji malbatên mihtac re goştê sor û zexîreyê belav kir. Komele, bi desteka xêrxwazan ji 193 malbatan re alîkarîyan belav kir.

Serokê Komeleya Êlihê yê Karwana Hêvîyê Nurettîn Teymur, di daxuyanîya ku belav kir de, destnîşan kir ku ew bi wesîleya sê mehan ji 193 malbatan re goştê sor û zexîreyan belav kirine.

Teymur weha îfade kir, “Em wek Karwana Hêvîyê ya Êlihê, bi tevî desteka xêrwazan alîkarîyên xwe berdewam dikin. Em ketin sala 2025an. Rebbê min bila sala me di nav xêrê de derbas bike. Em bi sala nû ketine nav sê mehên bimbarek jî. Bi wesîleya sê mehan em wek malbata karwana hêvîyê îro goştê sor û zexîreyan belav dikin.”

Serokê Karwana Hêvîyê, destnîşan kir ku alîkarîyên wan di nav Êlihê de tenê nînin, ew ji herêmên mihtac re jî mînak Xezze alîkarîyan dişînin.

“Em di van mehan de alîkarîyên xwe zêde bikin”

Teymur weha axivî, “Îro em ji 193 malbatên xwe re bûn hêvî. Xwedê ji xêrxwazên me razî be, xêra wan qebûl bike. Îro roja ewil a Receba ku mizgîna meha Remezanê ye. Em di van mehan de alîkarîyên xwe zêde bikin. Em bi taybetî Xezzeyê bîrva nekin. Ji Xezzeyê re alîkarîyên xwe teqsîr nekin. Em jî wek Karwana Hêvîyê ew ê xebatên xwe bidomînin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.