Karwanê Hêvîyê li Xazzeyê arvan belav kir
Weqfa Alîkarîyê ya Însanî Karwana Hêvîyê ji ser Derîyê Sînor a Refahê ji Xazzeyîyan re çend tir arvan alîkarî şand.
Qetlîam û hovîtîya ku li Xazzeyê hatibû destpêkirin bênavber berdewam dike. Digel qetlîam, hovîtî û astengîyên ku tên kirin sazîyên alîkarîyê hewl didin ji Xazzeyîyan re bibin alîkar.
Yek ji wan sazîyan Weqfa Alîkarîyê ya Însanî Karwana Hêvîyê ye ku ji roja ewil ve hewl dide ji Xazzeyîyan re bibe alîkar.
Weqfa Alîkarîyê ya Însanî Karwana Hêvîyê vê carê jî ji ser Derîyê Sînor a Refahê ji Xazzeyîyan re çend tir arvan alîkarî şand. Bi hezaran Xazzeyî ji alîkarîya arvan a ku hat kirin îstîfade kirin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.