Kerwana Hêvî ji kesên hewcedar ên Edeneyê re alîkarî kir

Kerwana Hêvî ji kesên hewcedar ên Edeneyê re alîkarî kir

Komeleya Kerwana Hêvîyê ya Edeneyê di meha Remezanê de alîkarîya erzaq û cilan da malbatên hewcedar. Serokê Komeleyê Abîdîn Serîn diyar kir ku divê alîkarî her ku diçe zêde bibe, ji ber vê yekê banga piştgiriyê li xêrxwazan kir.

Di vê mehê de ku xêrxwaz sedeqe û bexşên xwe zêde dikin, pakêtên erzaq û cil û bergan ji kesên hewcedar re tên şandin.

Serokê Komeleya Kerwana Hêvîyê ya Edeneyê Abîdîn Serîn di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wan bi piştgiriya xêrxwazan alîkarî dane gelek malbatên hewcedar.

Serîn xwest ku meha Remezanê ji temamê alema Îslamê re xêrê bîne û weha got: "Ez ji Xweda daxwaz dikim ku ev Remezan bibe wesîleya rizgarkirina Xezzeyê û tunekirina îsraîl û alîgirên wê. Berê me du meh alîkarîya xwarinê dabû malbatên ku di serê 3 mehan de me alîkarî dabûn wan. Bi destpêka meha Remezanê re me dîsa alîkarî da wan.”

Serîn destnîşan kir ku xêrxwaz bi taybetî di meha Remezanê de sedeqeyên xwe didin û pakêtên xwarinê amade dikin û got ku di vê heyamê de derfeta wan çêbûye ku xwe bigihînin gelek malbatan.

Serîn diyar kir ku ji xeyn alîkarîyên bênavber ji malbatan re, ji bo malbatên feqîr ên ku nû hatine tesbîtkirin jî piştgirî tê dayîn û weha got: "Bi minasebeta Remezanê em alîkarîyên xwe zêde dikin. Her wiha ji bo malbatên feqîr jî alîkariya cilûbergan didomînin."

Serîn anî ziman ku ew weke Karwana Hêvîyê di navbera xêrxwaz û kesên hewcedar de weke pirekê tevdigerin û got, "Eger xêrxwazên me alîkarîyên xwe bidin me, em ê li ser navê wan li kesên hewcedar belav bikin."

"Her ku em bêtir alîkarîyê werbigirin, em ê ewqasî karibin xwe bigihînin malbatan"

Serîn bal kişand ser xebatên alîkarîyê yên ji bo Xezzeyê û weha got: "Bernameyên me yên fitarê dewam dikin. Her wiha projeyên me yên vekirina bajarê kon û vekirina nexweşxane û navenda dîyalîzê hene. Em ji xêrxwazan dixwazin ku di van mijaran da desteka xwe nedin paş. Xwedê Teala xêra wan qebûl bike. Çiqas alîkarî ji me re zêde bibe, em ê zêdetir bigihêjin malbatan."

Serîn destnîşan kir ku alîkarîyên di meha Remezanê de dê li gorî mehên din herî kêm 70 qat berdêlê bi xwe re bîne û weha got: "Divê vê trênê ji dest xwe bernedin. Divê xêrxwazên me vê Remezanê wek firsend bibînin." (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.