Kerwana Hêvîyê û Weqfa Yetîman ji erdhejzedeyan re xwarina germ belav kirin
Ji teref Kerwana Hêvîyê û Weqfa Yetîman ve li herêma erdhejê ji erdhejzedeyan re xwarina germ hat belavkirin.
Dema ku dîrok 6ê sibatê seat 04.17 û 12.37an nîşan dide li Pazarcik û Elbistanê di mezinahîya 7.7 û 7.6an de du erdhej pêk hatin ku ji ber vê erdhejê 10 bajêr tesîrdar bûn. Ji ber erdhejên ku pêk hatin zêdetirî 20 hezar kes canê xwe ji dest dan û bi dehhezaran kes jî birîndar bûn.
Sazîyê alîkarîyê li herêmê bênavber xebatên xwe didomînin ku ji van sazîyan du hev jî Kerwana Hêvîyê û Weqfa Yetîman e.
Kerwana Hêvîyê û Weqfa Yetîman li 10 bajaran ji erdhejzedeyan re xwarina germ belav dikin û ji wan re dibin alîkar.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.