Keştîya ku penaberên Arakanî vediguhast binav bû: 16 mirî
Keştîya ku 125 penaberên Arakanî vediguhast li Kendava Bengalê binav bû, di encama hawadîsa ku pêk hat de 16 penaber canê xwe ji dest dan.
Hat ragihandin di nav kesên ku canê xwe ji dest dane de 14 pîrek û zarokek heye.
Ji ber zilm û wehşeta ku ji sala 2017an vir ve ji teref artêşa Myanmar û budîstên hov ve li Arakanê tên kirin heta niha zêdetirî 700 hezar Mislimanên Arakanî welatên xwe terk kirin û berê xwe dan Bangledeşê.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.