Komeleya Evîndarên Pêxember yê Bûrsayê: Emê daîma li cem xûşk û birayên xwe yên Xezzeyî bin
Komeleya Evîndarên Pêxember yê Bûrsayê, ji bo êrîşên li dijî Xezzeyê ku ev bû 135 roj e ji teref rejîma îşxalker ve tê lidarxistin, daxuyanîya çapemenîyê li dar xist.
Komeleya Evîndarên Pêxember a BûrsayÊ ji bo destekê bide XezzeyÊ, bi slogana “Rabe ser piyan Bûrsa” daxuyanîya çapemenîyê li dar xist.
Bi hezaran kes di qada 15ê Temmûzê de hatin cem hev û tim û tim bi sloganan, qetlîlamên rejima sîyonîst hat telînkirin.
Daxuyanîya çapemenîyê ji teref Yakûp Ûlaşkin ve hat xwendin. Ûlaşkin baş kişand ser qehremantî û mêrxwasîya xelkê Fîlîstînê.
Ûlaşkin weha got, “Xweşmîsaliya cesar û şer û teqtîka berxwedana Fîlîstînê di tarîxa însanîyetê de şerê herî meşrû û heqdar e. Yek ji destanên herî baş e. Sîyonîst li hember berxwedanê mexlûbîyetek mezin digirin. Ji ber vê yekê Xezze tê bombekirin, Fîlîstînî jî têne qetilkirin.”
Ûlaşkin di daxuyanîyê de destnîşan kir kesên xwedî wijdanin niha li qad û meydananan e. Lê rêberên dinyayê vê zulm û qirkirinê temaşe dikin:
Ûlaşkin got, “Me sond xwar ku emê vê zulmê temaşe nekin. Em wek neviyê Selahaddînê Eyûbî heta Quds azad bibe, emê li cem birayên xwe yên Xezzeyê bin. Serokê çeteyan Netanyahûyê sîyonîst ev bû 130 rojan zêdetir e êrîşên xwe didomine. Lê ew bi ser neketine. Qehreman û mêrxwasên berxwedanê xwe spartine Xwedê û li hember îstîkbala cîhanê berxwedanê dide û vê berxwedana xwe bi qehremanî didomîne.”
Ûlaşkin li ser gavên ji bo Xezzeyê têne avêtin jî sekinî û got divê hemû têkilî bi sîyonistan re bên qutkirin.
Ûlaşkin di dawîya daxuyanîya xwe de weha got, “Divê têkiliyên leşkerî, bazirganî, dîplomatîk bi sîyonistan re bên birîn. Mueyîde li ser wan bên danîn. Misilman bila îxtîlafên xwe çareser bikin. Yekitiyên xwe amade bikin. Lewra dew û doza Qudsê doza hemû Misilmanan e. Boykot li ser malên sîyonistan bên dayin. Heta ev zulm û zordarî bi dawî bibe, divê xûşk û birayên me ji qad û meydanan venekişînê” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.