Komîsyona OHALê derbarê 84 hezar serîlêdanan de qerar da
Komîsyona Lêkolînên Karan a Rewşa Awarte heta niha ji 126 hezar serîlêdanên ku hatine kirin derbarê 84 hezar serîlêdanan qerar da.
Hat ragihandin Komîsyona Lêkolînên Karan a Rewşa Awarte heta niha ji 126 hezar serîlêdanên ku ji bo sazîyên ku bi qerarnameyên di hikmê qanûnê de hatine girtin û kesên ku bi qanûnê ji wezîfê hatin dûrxistin, hatine kirin derbarê 84 hezar serîlêdanan qerar da.
Ji serîlêdanên ku hatine kirin heta niha 77 hezar û 600 serîlêdan ji teref komîsyonê ve hatine redkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.