Nesîh GULER
Komkujiya Helebçeyê (2)
Ji Zimanê Şahidan Helebçe
Zarok bi bêhna sêvan şiyar bûn, lê ne bêhna sêvan bû, bêhna mirinê bû. Bombeyên ku ji ezmên dibariyan bajar di nava dûmana sipî de hişt. Her tişt di kêliyekê de çêbûbû, qêrîna mirovan tevlî hev bû û erd û ezman nalîn. Li wê derê mirovahî yek bi yek dimire.
Sal 1988 bû, 16ê Adarê, navê wê derê Helebçe bû. Yên ku bi mirinê re rû bi rû mabûn bi hezaran Kurd, zarok, jin-kal, mêr-nexweş bûn. Roja Înê bi zanebûn hat hilbijartin û navê komkujiyê wekî El Enfal hat dayîn. Yanî navê sûrê kî di Qur’anê de bi m’ana ğenîmetê bû. Wek ku dijminê wan kafirin bi wî awayî hesibandibûn û êrîşî ser gelê Kurdê Misilman kirin.
Di heqîqetê de Seddam bi fikra xwe sosyalist û bê dîn bû, dijminê dînê Îslamê bû. Gellek ‘Alim û însanê Misilman bi îşkenca şehîd kiri bû. Lê van zalimê li ser welatê Îslamê hukum dikin, wexta dikevin tengasîyê bi dîn digirin, xwe Misilman nîşan didin û bi ayet û hedîsa millet dixapînin. Gellek însanê nezan bi vî awayî bi wan dihatin xapandin. Hinek jî vêya ji xwe re kirin bahanê û Îslam pê sûcdar kirin. Evana bixwe fikra wan û Seddam û ê wekî Seddam yekîn.
Di heqqê roja bêyom de bi navê Ş.R. wiha dibêje:
"Yek li pey hev bombe hatin avêtin. Ewilî bêhna nexweş bû. Paşê bû wek bêhna sêvê. Paşê jî bû wek bêhna hêkan. Min li derve mêze kir. Pir bêdeng bû, lê heywan dimirin. . Çavên me sor dibûn û hinekan ji me hêsir ji çavên wan dihat. Me biryar da ku em birevin. Bi qasî ku bêhna me diçû, me zû zû bêhna xwe digirt. Li her derê însan dimirin. Dê û bavên ku pê hesiyan ku nikarin bi zarokên xwe re birevin, zarokên xwe li kuçe û kolanan dihiştin. Kal û pîrê ku zêde dinav salan çibûn li ber dîwaran mabûn. Direvîyan, êdî nikarîbûn nefes bistendana û difetisîn dimirin. Li ber dîwaran, li kuçe û kolanan tijî cesed bûn. Ew roj mîna duh tê bîra min û hîn jî tên xewnê min."
Pexşan Faîq Arif:
“Ji ber ku gaza kîmyewî li her derê dihat bikaranîn, xwarin û av hemû jehrî bûn. Dema em ketin bajêr, bêhneke pir xerab dihat. Ez ji bêhna goştê şewitî gêj bûm.
Dema min cesedê mirovên şewitî, pîrekê zarokê xwe hembêzkiribûn û ew zarokê hîn di pêçekêde bû wexta min cesedê wan dî, mîda min lihevket û ez verişîyam. Qêrîna jin û zarokan a bi tirs hê jî di guhên min de diheje. Ez û jina xwe li ser cadeya ku mirî lê kom bûbûn, di wê rê de em vedigeriyan malê. Beriya her tiştî min nedifikirî ku tiştek bi malbata min were ji ber ku di mala me de stargeh hebûn. Lê mixabin min dê, bav û birayên xwe winda kirin.”
Serbest Akoyan:
“Ez di rojên komkujiyê de weke leşker çûm Helebçe. Bi qetlîamê re zarokên ku li hewş û baxçeyan dileyizin êdî bi bedenên xwe yên bêcan li erdê mabûn. Jin firsenda bi pêlika dakeve xwarê hê ne dîtibûn can dabûn. Dayikan zarokên xwe weke ku tu carî jê neqetin hembêz kiribûn. Ma her tişt di bêdengiya mirinê de hatıbû temirandin?
Ne tenê gelê Helebçe, erdnîgariya wê jî jehrî bû. Tevî hewqas sal li ser derbasbûyî jî ava wan hê jî nayê vexwarin.”
Cebraîl Omer Mecîd:
“dema ku ez diçûm malê li ser rêya malame, min li her kolanê bi sedan mirov li erdê mirî dîtin. Ev hemû xizm, hevalên malbatê û cîranên ku me nas dikirin bûn. Min mala hevalekî ku ez nas dikim dît û xwest ez lê binêrim. Dema min derî vekir, min cesedên bê can ên nêzî 35 kesan li ser hev danîbûn dîtin. Laşê wan ‘edetî şewitî bûn. Ji ber gaza kîmyewî ez bê rawestan vedireşîm. Piştî çend rojan min xwest ez wan defin bikim û min li hewşa malê çalek vekir û 8 kes defin kirin.”
Êyşê Elî:
“Bombebaran heta êvarê berdewam kir. Min cesedên malbata xwe yên bê can li erdê dirêjkirî dît. Min bang kir, min bang kir; lê kesî deng dernexist. Min ewil di hemamokê de rastî cesedên du kurên xwe hatim. Paşê dema min li odeyên din ên malê mêze kir, min dît ku keçên min hevdû hembêzkirine û bi wî awayî mirine. Wê rojê min hemû malbata xwe winda kir. Di qetlîamê de min 30 xizmên xwe ku 7 jê ji malbata min bûn winda kir. Ez jî ji gazê bandor bûm. Ez tev şewitîm û çavê min nedidît. Tevî ku 18 sal di ser qetlîamê re derbas bûne, hê jî cenazeyên zarokên min li ber çavên min in, min tucar ew ji bîr nekiriye. Beriya komkujiyê min zarokên xwe hembêz dikir, maçî dikir; lê Komkujiya 16’ê Adarê hemû hezkiriyên min ji destê min girtin. Ez jî nizanim ew niha di kîjan gorê de ne, her kes bi komî defin kirin. Ez nikarim kevirên tirbeyên wan pê şabibim, nikarim li ser gorên wan du’a bikim."
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.