Kongreya Mezin a Asayî ya 5emîn a HUDA PARê wê îro bê lidarxistin

Kongreya Mezin a Asayî ya 5emîn a HUDA PARê wê îro bê lidarxistin

HUDA PARê bi slogana “Sîstema Adîl Parvekirina Heqane” îro li Enqereyê Kongreya Mezin li dar dixe.

HUDA PARê bi slogana “Sîstema Adîl Parvekirina Heqane” 7ê Tîrmehê roja Yekşemê li Navenda Kultir û Kongreyê ya Enqereya Bakûr di seet 10.00an de Kongreya Mezin li dar dixe.

Lîsteya 952 nûnerên ku wê li Kongreya Mezin a Asayî ya 5emîn a HUDA PARê reyê bidin û maddeyên rojevê ya kongreyê li Saziya Hilbijartina Mezin hat teslîmkirin.

Dawetnameya kongreyê ji partiyên sîyasî, saziyên civakî ên sivîl, rûspî, akademîsyen, sefîr û nûnerên derveyî welat re hat gihandin.

Tê texmînkirin ku guhertinên wezîfeyan bê kirin

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu pirsa "Gelo di 5emîn Kongreya Asayî de guhertin an jî nûbûn çêbibin?" ya ku di bernameya ku di meha gulanê de beşdar bû hat pirsîn de "Em ê bi hin teqwîyeyên ekîbeke bihêztir û dînamîktir rêya xwe bidomînin."

Huseyîn Îmîrê Alikarê Serokê Giştî yê HUDA PARê çend roj berê jî ji ÎLKHAyê wisa gotibû, “Guhertinên wezîfeyê ya ku di kongreya me ya mezin a asayî ya 5emîn de tên kirin, em weka guhertina nobetê dibînn. Ev hevalên me di çarçoveya prensîbên partiya me de wê ala partiya me bêtir pêşve bibe û ji bo vê yekê mucadeleyê bide înşallah.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.