Konseya Ewlehî ya NY bi rojeva “Libnan û îsraîl” acîl dicive

Konseya Ewlehî ya NY bi rojeva “Libnan û îsraîl” acîl dicive

Endamên Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî, ji bona ku êrîşên rejîma îşxalker ên li dijî Libnan û heyfstandina Îranê ya ji rejîma sîyonîst hevdîtinê bikin têne cem hev.

Konseya Ewlehî ya NY, îro ew ê li gorî seatên Tirkîyeyê wê di seat 17.00an de bicivin.

Li gorî daxuyanîya Temsîlkarîya Daîmî ya Swêdê ku serokatîya dewrê ya Konseya Ewlehî ya NY dewr girtîye, daxwazîya rûniştinê, ji Fransa û rejîma îşxalker hatîye.

Hat îfadekirin ku ew ê di rojeva civînê de êrîşên li dijî Libnanê û operasyona heyfstandina Îranê ya ji rejîma sîyonîstan be.

Hat ragihandin ku ew ê rûniştin serê ewil vekirî bê kirin û dûre jî ji bona ku welatên endam di navbera xwe de îstîşareyan bikin di formata girtî de bê kirin.

Herî dawîn Konsey di 20-14ê Îlonê de ji bo Libnanê civîyabû. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.