Kurdên Qafqasyayê

Li gorî hinek dîroknasa hebûna Kurdan li Qafqasyayê ji beriya Îslamiyetê û heta Xirîstiyantî heye. Kurd, li xaka Azerbaycana îro B.M. (Beriya Miladê) Ji salên 2000î dijîn. Daneyên ku di vekolînên arkeolojîk û xebatên dîroknasên Yewnaniya Kevn de derketine holê nîşan didin ku eşîrên Kurdan B.M. di salên 2000an de li peravên başûr û bakur ên çemê Aras meskûn bûn. Bi gotineke din, li erdên berdar ên fireh ên di navbera çemên Aras û Kura de hatine bicîhkirin, ku îro jî Kurdistana Laçînê (Kurdistana Sor) dihewîne. (1)

Dîroknasê Gurcî Şota Ambakoviç Mesxiya (Hîn sax e) bi lêkolînên xwe eşkere kiriye dibêje ku Kurd bi kêmanî B.M. ew ji sedsala 10. û berî Rewadîyan li Qafqasyayê ye. (2)

Dewleta Kurdî ya Mîhranî, ku di sedsala 6. de li welatên Qafqasyayê hate damezrandin, dewletek ji aliyê Kurdên Xiristiyan ve hatibû damezrandin. Dîroknasê Gurcî Îvane Cavaxishvili (1876 – 1940) jî dibêje ku gelê Mxarqrdze ku yek ji paşnavên herî girîng û qelebalix ên Gurcistanê ye, bê nîqaş Kurd in. (3)

Heger em bihesibînin ku sînorên dewletê hemû Nexçîwana îroyîn û piranîya Ermenîstana îroyîn dihewîne, em dikarin bi rehetî têbigihîjin ku xwediyên eslî yên van axa ku Ermenîyan li ser wan welatek ava kirine, berê Kurd bûne. (4)

Di sedsalên 6-7mîn de, piraniya nifûsa axa Ermenîstan û Azerbaycanê, ku îro Ermenî û Azerî lê dijîn, di wê deme de Kurd tê de bûne, bilxase bi asîmîlasyon û qetlîamên Komarên Sovyeta Sosyalîst ên Komunîst Serdema Yekîtiya Sovyetê de hindikahiyek pir hindik mane. Di sedsalên 6-7mîn de ev erdnîgar Kurd lê hebûn û Kur dli dijîyan. (5) Van erdan di serdema beriya Mîladî û piştî Mîladî de "Albania" dihat gotin û welatekî Kurdan bû. (6) Dewleta Kurdî ya Mîhranî, ku bi qasî sedsalekê hukum kir, heta sedsala 7an bi awayekî nîvserbixwe hebûna xwe domand. (7)

Hebûna Kurdan li Azerbaycana îroyîn di çavkaniyên Erebî yên piştî Îslamê de jî bi piranî hatiye belgekirin. Çavkaniyên Erebî de Serfermandarê Kurd Deysem İbrahim El Kurdî di sedsala 9'an de dewleta Kurdî ya Deysemiyê ava kiriye û navenda wê bajarê Berde ye.(8)

Evan agahîyana li gorî hinek dîroknasa tên gotin. Dîsa jî ê bi her tiştî dizane Xwedayê te’ala ye.

Kurdên ku ji serdema Hz. Omer ve bi girseyî bûne Misilman, piştî demeke kin di nav artêşên îslamê de cihê xwe girtin û di seferên artêşên îslamî de bi taybetî li rojhilat û di êrîşên li Qafqasyayê de cihek girîng girtin.

Ji bo şikandina berxwedana Gurciyên Xiristiyan li dijî Îslamê li Qafqasyayê, eşîrên kurd, tevî malbata Selaheddîn, li derdora Qerebaxa îroyîn hatin bicîhkirin, Bi vî awayî li Qafqasyayê nifûseke Kurdê Misilman ava bû, ku di dîroka herêmê de heta êrîşa Rûsyayê cihekî girîng girtibû. Di vê çerçoveyê de Kurdên ku di nava artêşên Îslamî ên li Qafkasyayê de cih girtin û Mihemedê lawê Şeddadê ku ji eşîra Rewadîyan bû, wan di sala 951 de Mîrektiya Şeddadî ava kirin. Mîrektiya Şedadiyan bi serdestiya li herêmên wek Tebrîz, Nexçîvan, Gencê, Tiflîs, Demîrkapî, Qerebax û Anîyê bû nûnerê Îslamê li Qafqasyayê. Paytexta Mîrektîya Şeddadî pêşî Dvîn û paşê Gencê bû. Wan gelek mizgeft û medrese li welatên ku di nav wan de îro ku paytexta Gurcistanê Tîflîs jî heye ava kirin, û ew di nav mucahîdên herî rêzdar ên cîhana Îslamê de di sedsala 10an û piştî wê de hatin bibîranîn.

Kurdên Qafqas li dijî Gurcîyan şer kirin û nehiştin Gurcî dakevin başûr. Lê belê ji salên 1030’î û pê de, di heman demê de rastî êrîşên Gurcîyû Ermeniyan hatin. Kesekî ku alîkarîya wan bike tunebû. Şuxu Bexda yanî xelîfatîya ‘Ebbasî ya xu bixwe bi hevdû ketibûn. Bi êrîşê Gurcîyû Ermeniyan, Kurd zehîf ketin. Di vê demêde Selçûqî hatin herêmê.

Piştî Şerê Dandanaqanê ku di sala 1040î de di navbera Selçûqîyan û Gaznewîyan de pêk hat û di encama serkeftina Selçûqîyan de, li herêmên ku şer lê qewimîn guhertineke dîrokî çêbû. Piştî vê herbê Gaznewîyan ber belavbûne de çû, Selçûqîyan ber bi avakirina devletê de gav avêtin. Piştî serketina Melezgirê di sala 1071ê de deriyên Anatoliyê li ber Selçûqîyan fireh vebûn.

Hevalbendiya Selçûqîya û Kurda ku di dema Tugrul Beg de bi sefera Bexdayê destpêkiribû, bi beşdariya derdora 10 hezar leşkerên Mîrektîya Kurdên Merwanî di şerê Melezgirê de xurt bû.

Serxwebûna siyasî ya Kurdên Qafqasyayê bi hatina Selçûqiyan li herêmê bi dawî bû, lê wan bi Selçûqiyan re, ku di siyaseta Bexdayê de jî serdest bûn, bi wan re li dijî Gurciyan şer kirin û ‘erdê xwe bêtir firekirin. Têkiliyên Selçûqî û Kurda baş bû. Vê firehbûna erdê dijminatiyeke giran xiste navbera Kurda û Gurciyan. Her çiqas hebûna Şeddadîya wek xanedan heta sala 1174an dom kiribe jî, lê li herêma Qerebaxê ya ku bi bilindahiyên xwe, ava sar û hewaya paqij navdar e, zêde asê mane. Bi hatina Harzemşah û Moğolî re ji aliyê siyasî ve di dîrokê de winda bûn. Lêbelê, wan wekî civak hebûna xwe domandin.

Piştî ku Dewleta Osmanî bi hêztir bûn û berê xwe dan Qafqasyayê, eşîrên Kurd ên li Qafqasyayê li dijî Sefewî û xanedanên paşerojê bi Osmanîyan re bûn alî; Careke din bûne hêza herî girîng a Misilmanan li Qafqasyayê. Lê hebûna Kurdan li Qafqasyayê pêşî ji şerên Îran û Osmanî û paşê jî berfirehkirina sînorên Rûsyaya Çarîtî li dijî Misilmanan û Osmaniyan li Qafqasyayê zirar dît. Di sedsala 19. de bi serweriya Rûsyaya Çarîtî li herêmê re, gelek eşîrên Kurdên Misilman wek “koçber” koçî Kurdistanê kirin û li welatê xweyê bavû kala vegerîyan. Li şûna wan Kurdên Êzîdî hatin bicîhkirin, ku beşek ji Kurdistana Bakur û hinek jî ji Kurdistana Başûr koçber bûn. Lê piraniya erdnîgariya wan ji aliyê Gurcî û Ermenîyan ve hatibû dagirkirin. Dema Sovyet ava bû, li Qafqasyayê ku di erdnîgariyeke tengde, nifûsa Kurdan dijîyan.

Piştî Sovyet ava bû Lenîn soz da bû ku her gelên di nav sînorên Sovyetê de wê mafê xwe birêve bibin. Li ser soza Lenîn li Qafqasyayê bi nifûsa xwe derdora 50 hezar ku 41 hezar jê Kurd bûn, bi rûbera 5500 metrekare, rêveberiya Kurdistana Sor hat avakirin. Lê Stalîn, ku piştî wî hat û ji ber ku cihûyê Gurcistanê bû, nefreteke dîrokî li dijî Kurdan re pêre hebû, di sala 1929an de ew komara biçûk a Kurdistana Sor hilweşand û Kurdên Qafqasyayê sirgûnî komarên Asyaya Navîn ên wekî Turkmenistan, Qazaxîstan, Qirgizîstan û Ozbekîstanê kirin.

Stalîn, Piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, wî pêleke din a sirgûnê ber bi Kurdan ve bir û wan ji welatê wanê bav û kala derxist. Ji boy Gurcistanê ji Îslam û Misilmanan vala bike, Kurdan tevî Tirkên Axisk û Azerî ji sînorên Gurcistanê derxistin û sirgûnê Asyaya Navîn kirin.

Di van sirgûnan de beşeke girîng a Kurdan di rêyan de jiyana xwe ji dest da. Di nava zivistanê bi trêna bi rojan di wê serma û seqemê de bi rê de çûn. Hinek ji serma di vagonan de qefilîn, hinek jî ji birçîbûna û bi nexweşîya jîyana xwe ji dest dan. Yên gihaştin cihê we jî di wê serma Asyaya Navîn de perişan bûn û ji tunebûnê ketin nav sefaletên giran. Stalîn piştre ji bilî Tirkên Axiska îzna gelên din da ku vegerin, lê ji ber kîna xwe ya dîrokî ya li hember Kurdan, nehişt Kurd vegerin welatên xwe. Piştî Stalîn jî temamê gelên ku sürgün bibûn vegerîyan welatên xwe, lê Kurd tenê ji vî mafê xwe mehrûm man û nehiştin vegerin.

Kîna Josef Stalîn a li hemberî Kurdan tenê li Qafqasyayê sînordar nebû. Di tepiserkirina Serhildana Çiyayê Agirî de piştgirîyeke mezin da Enqerê. Di rastiyê de, bi îdiaya ku tê kirin, wî Serhildana Çiyayê Agirî de piştgirî da bombebarana hewayî û ji wê mezintir jî, di 23'ê Tîrmeha 1930'an de, hefteyek piştî Komkujiya Çemê Zîlan a 16'ê Tîrmeha 1930'hî û bi rastî jî piştî hejandina komkujiyê, Kurdistana Sor ji dîrokê rakir. Ya din Kurdan di 22'ê Çileya 1946'an de Komara Kurd a Mahabadê îlan kirin. Lê dijminatiya Stalîn a dîrokî ya li hemberî Kurdan careke din hejand; Piştgiriya xwe ya siyasî paşve kişand, tinazên xwe bi Kurdan kir, wan ji wijdanê Şah re hişt, di dîroka Kurdan de yek ji wan derbeyên herî giran li Kurda xist. Komara Kurd a Mahabadê ku di 22'ê Çile de hatibû avakirin, di Kanûna Yekem a heman salê de hat rûxandin, ango tenê 11 mehan li ser piyan ma.

Mela Mistefa Barzanî piştî hilweşandina Komarê bi serdegirtinekê di rêwîtiyeke dûr û dirêj de di ser Tirkîyeyê re penaberî Rûsyaya Sovyetê bû û bi gotina xwe, rastî zilmeke ku di jiyana xwe ya li Rusyaya Stalîn de nedîtibû û nabîne dî. Ji pêşmergeyên di bin fermana wî de dûr ket, sirgûnî deverên dûr bû, neçar ma ku li aşa û nanpêjxaneyê bixebite. Ji bo hevdîtina bi Stalîn re her cure rê û rêbazan ceribandiye. Di dîroka Kurda de ji ber sedemên siyasî ya yekemim bû ku dest bi greva birçîbûnê kir û tu encam bi dest nexist. Lê encax piştî mirina Stalîn, di Sovyetê de bêhnek rehet sitend.(9) Lê tu livê ‘ecêbê binhêre hinek ji nav Kurda derketin Stalîn bi navê serokekî xelaskar û rêber bi xortê Kurda dan nasîn. Hema bêje hemû komên sosyalîst ên ku di nava Kurdan de hatine hilberandin, bi teslîsa Marks-Lenîn-Stalîn bawer dikin. PKK di ramanê de Marksîst û Lenînîst e, di aktîvîzmê de jî Stalînîst e. Heta di sala 2000 de Partiya Komunîst ya Ukraynayê Abdullah Öcalan ji bo Xelata Stalîn berbijar kir.

Hebûna Kurdan a li Qafqasyayê di van demên dawî de bi êrîşa Ermeniyan a li ser Qerebaxê dîsa zirar dît. Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, nakokiyên di navbera Ermenî û Azeriyan de di sala 1992an de di navbera artêşa Ermenîstanê û Ermeniyên Qerebaxê û artêşa Azerbaycanê de veguherî şerekî germ. Şerê Qerebaxê ku yekemîn nakokiya mezin a serdema piştî Sovyetê li erdnîgariya Kafkasyayê bû, di sala 1994’an de bi têkçûna Azeriyan û windakirina ji sedî 20’ê axa wan ji bo Ermeniyan bi dawî bû. Şer bû sedem ku bi sed hezaran Azerî û bi hezaran Kurd ji Qerebaxê koçî Azerbaycanê bikin. Hin ji van koçberan hîna li Azerbaycanê dimînin, hin ji wan çûn Moskow û welatên Ewropayê.

Îro Êzdî piraniya nifûsa Kurdên Qafqasyayê pêk tînin. Êzidiyan di sedsala 19. de ji helwesta neyînî ya Rûsyayê ya li hemberî Kurdên Qafqasyayê sûd wergirtin. Li hemberî polîtîkayên Rûsyaya Çarîtî, Kurdên Misilman ketin rewşa koçberên ku berê xwe dane axa Osmaniyan. Êzdiyên ku bandora wan li erdnîgariya Osmanî bi lez zêde bû, ji bo lêgerîna cihên nû berê xwe dan Qafqasyayê. Bi zextên ku di bin navê Împaratoriya Osmanî de rû bi rû man, penaberiya xwe li Rûsyayê îlan kirin û kom bi kom li Qafqasyayê hatin bicîhkirin. Îro beşeke girîng ji Kurdên Êzidî yên li Qafqasyayê welatîyên Ermenîstanê ne. Êzdiyan li ber hukumeta Ermenîstanê xwe ji kategoriya etnîkî ya bi tenê Kurd dûr xistin û navên xwe yên etnîkî wek Kurdên Êzdî di qeydên fermî de tomar kirin. Êzdiyên Ermenîstanê Kurdbûnê wekî Misilmantiyê dibînin. Dibêjin em ne Misilman in, tişta ku me bi Kurdan re dike yek, zimanê ku em pê diaxivin e. Lewma bi tundî li dijî naskirina xwe tenê weke Kurd in.

Li gora qeydên dawî li Ermenîstanê 1519 Kurdên Misilman; Ji aliyê din ve 40 hezar û 620 Kurdên Êzidî dijîn, lê li gorî çavkaniyan hejmara wan cuda hatiye diyarkirin. Îro li Gurcistanê jî nêzîkî 30 hezar kurd dijîn. Kurd li Gurcistanê li bajarên Tîflîsê, Rûstavî, Batûm û Abhazyayê dijîn. Beşek mezin ji Kurdên Gurcistanê Êzdî ne û beşekî biçûk jî Misilmanên Şîa ne.

(1): Hejarê Şamil, Diaspora Kürtleri: Sovyet Kürtleri Hakkında Tarihî ve Güncel İnceleme, s. 23, “Kafkasya Kürtleri” bölümü, Peri Yayınları, İstanbul 2005

(2): age, s. 27

(3): Diplomat Gazetesi, Kürd Xalqının Tarixindən Səhifələr, 1 – 15 Mayıs 2006, Sayı 7 (32), s. 5, Bakü 2006

(4): Hejarê Şamil, Diaspora Kürtleri: Sovyet Kürtleri Hakkında Tarihî ve Güncel İnceleme, s. 25 – 26, “Kafkasya Kürtleri” bölümü, Peri Yayınları, İstanbul 2005

(5): age, s. 26

(6): James Stuart Olson, An Ethnohistorical Dictionary of the Russian and Soviet Empires, Greenwood Press, Westport Conn 1994

(7): Hejarê Şamil, Diaspora Kürtleri: Sovyet Kürtleri Hakkında Tarihî ve Güncel İnceleme, s. 26, “Kafkasya Kürtleri” bölümü, Peri Yayınları, İstanbul 2005

(8) Arşak Poladyan 7.-10. yy’da Arap kaynaklarına göre Kürdler, Erivan, 1987 Rusça.)

(9) Abdulkadir Turan, Kızıl Kürdistan Vakası ve Bir Kürt düşmanı olarak STALİN Doğruhaber 25.07.2014

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.