
Li 11 bajaran li dijî DHKP-Cê operasyon: 28 binçavî
Li Îzmîr navendî 11 bajaran li dijî DHKP-Cê operasyonên hevdemî hatin lidarxistin, di encama operasyonan de 28 kes hatin binçavkirin.
Ji teref Serdozgerîya Komarîya Îzmîrê ve di çarçoveya “pêşgirtina fînansmana terorê” de li dijî DHKP-Cê operasyonên hevdemî hatin lidarxistin.
Di encama operasyonên ku hatin lidarxistin de 28 kesên ku derheqê wan de biryara binçavkirinê hebûn hatin qefaltin.
Hat destnîşankirin ku 2 şikdar hêna jî di girtîgehê de ne.
Hat ragihandin ku ji şikdaran 13 kes xebatkarê raya giştî ne.
Di çarçoveya tehqîqatê de ji bo 5 şikdaran jî xebatên qefaltinê berdewam dikin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.