Li 12 bajaran ji perwerdehî re navber hat dayîn

Li 12 bajaran ji perwerdehî re navber hat dayîn

Ji ber barîna berfa gur û cemedê îro li gelek bajar û navçeyan dibistan hatin tetîlkirin.

Hat daxuyandin ku li navçeyên Cîde, Devrekanî, Înebolû, Doganyurt, Kûre, Bozkurt, Şenpazar û Çatalzeytîna Qastamonîyê ji perwerdehîyê re navber hat dayîn.

Li 14 navçeyên Ordûyê temamê dibistanan û li hinek navçeyan jî çend dibistan hatin tetîlkirin.

Hat daxuyandin ku li Gîresûnê jî li çar navçeyan perwerdehî hatin tetîlkirin.

Li Bartin, Artvîn, Rîze, Sînop û Semsûnê jî hemû perwerdehî û sazîyên fermî û taybet hatin tetîlkirin.

Hat ragihandin li Koprubaşîya Trabzonê û li hinek navçeyên dinê ji perwerdehîya ku bi wesayîtan tê çûndin re navber hat dayîn.

Îdir, Wan Denîzlîyê jî jiber berf û cemedê dibistan hatin tetîlkirin.

Rayedaran ji bona ku di vê hewaya xerab de tiştekî xerab çênebe ji welatîyan re hişyarî dan. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.