
Li 12 bajaran perwerdehî dîsa hatin rawestandin
Ji ber berf û cemeda ku li gelek bajarên Tirkîyeyê tesîra xwe zêde kirîye li hinek bajar û navçeyan ji perwerdehîyê re navber hat dayîn.
Ji teref walîtî û qeymeqamtîyan ve hatin daxuyandin ku li bajar û navçeyan perwerdehî ji bo rojekî hatine rawestandin.
Walîtîyên Bartin, Semsûn, Artvîn û Rîzeyê daxuyandin ku ji ber berfa ku tesîra xwe hêj zêde dike di 27ê Sibatê roja Pêncşemê de ji perwerdehîyê re ji bo rojekî navber hatîye dayîn.
Qeymeqamtîyên navçeya Înebolû, Devrekanî, Doganyurt, Kure, Bozkurt, Çatalzeytîn û Şenparaza Qastamonû, Akkuş, Aybasti, Çamaş, Çatalpinar, Çaybaşi, Golkoy, Gurgentepe, Îkîzce, Kabaduk, Kabataş, Korgan, Kumru, Mesudîye û Ulubeya Ordûyê, Çanakçi, Derelî, Guce û Yaglidereya Gîresûnê, Koprûaşi, Akçaabat, Şalpazari, Surmene, Çarşibaşi, Of, Duzkoy, Ortahîsar, Maçka, Hayrat, Beşîkdûzû, Dernekpazari, Vakfikebîr û Tonyaya Trabzonê, Kerwansaray, Taşlica, Pinarbaşi, Mezra, Zor, Alîkoçek, Alîbeykoy û Gurpinara Îdirê, Duragan, Gerze û Erfeleka Sînopê, Ozalp, Çaldiran û Saraya Wanê daxuyandin ku ji ber şert û mercên rewşa xerab a hewayê ji perwerdehîyê re ji bo rojekî navber hatîye dayîn. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.