Li 3 bajaran dibistan hatin rawestandin

Li 3 bajaran dibistan hatin rawestandin

Ji ber barîna berfeke gur û rewşa xerab yê hewayê li bajarên Çewlig, Gûmûşxane û Baybûrtê ji perwerdehîyê re navber hat dayîn.

Li hinek bajaran barîna berfê, cemed û buz tesîra xwe didomîne.

Hat îfadekirin ku ew ê ji ber barîna berfeke gur û rewşa xerab yê hewayê li bajarên Çewlig, Gûmûşxane û Baybûrtê perwerdehî neyê dayîn.

Walîtîya Çewligê, daxuyand ku li navenda bajêr perwerdehî hatîye sekinandin û wezîfedarên astengdar û bihemle yên raya giştî û personelên pîrek ên ku diçin kreş û pêşîya dibistanê jî wê destûrdayî bêne hesibandin.

Li navçeya Kelkîta Gûmûşxaneyê û navçeya Demîroza Baybûrdê jî ji ber barîna berfeke gur ji perwerdehîyê re navber hat dayîn.

Wê li herdu navçeyan jî xebatkarên astengdar û yên ku nexweşîyên wan ên kronîk hene wek destûrdayî bêne hesibandin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.