Li 4 bajaran li dijî DAÎŞê operasyon: 28 binçavî
Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, destnîşan kir ku li 4 bajaran li dijî DAÎŞê operasyon hatin lidarxistin, di encama wan operasyonan de 28 şikdar hatin binçavkirin.
Yerlîkaya li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyand, li Edene, Bûrsa, Stenbol û Manîsayê operasyona Bozdogan-47an hat lidarxistin.
Wezîr Yerlîkaya, daxuyand ku di koordînasyona Serokatîya Îstîxbarata Midurtîya Giştî ya Ewlehîyê û Serokatîya Daîreya Micadeleya bi Terorê re de; ji teref Midurtîya Ewlehî ya Bajêr ve operasyon hatin lidarxistin û di encama wan operasyonan de 28 şikdar hatin binçavkirin.
Yerlîkaya îfade kir ku di operasyonan de gelek pereyên biyanî û Lîraya Tirk jî hatin bidestxistin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.