Li Agirîyê 537 kîlo tiryak hat bidestxistin
Tira ku bi pîlaqeya Îranê bû li Agirîyê hat sekinadin û di depoya mazotê de 537 kîlo tiryaka ku hatibû veşartin hat bidestxistin.
Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Agirîyê ve hat belavkirin de wiha hat gotin:“Di bergeha operasyona bi navê ‘operasyonên kok qelandinê’ ya ku ji teref Midûrtîya Tekoşîna li Dijî Sûcên Narkotîk ve di 28ê Gûlanê de hat lidarxistin de di depoya mazotê ya tira bi pîlaqeya Îranê de 537 kîlo 250 gram tiryaka ku bi navê likit metamfetamin hat bidestxistin.”(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.