Li Agirîyê 91 kîlo tiryak hat bidestxistin
Li navçeya Bazîda Agirîyê di encama lêgerîna ku li tirekî hat kirin de 91 kîlo tiryak hat bidestxistin.
Polês li Bazîdê li dijî qaçaxçîtîyên tiryakê operasyon da lidarxistin, di encama operasyonê de di nav tireke ku ji Îranê dihat de lêgerîn hat kirin.
Di encama lêgerîna ku hat kirin de 91 kîlo û 606 gram metamfetamîn a bi av hat bidestxistin.
Şofêrê tirê derheqê bûyerê de hat binçavkirin û piştî sewqê dadgehê ji teref hakimtîyê ve hat girtin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.