Li Amedê wesayît, li erebeya ku karker têde bûn qelibî: 7 birîndar

Wesayîta ku di rêya Xarpêt-Dîyarbekirê de diçû li wesayîteke ku karkerên çandinîyê tê de bûn qelibî, di encama qezayê de 7 kesan birîndar bûn.

Qeza, îro danê sibehê li ser rêya Xarpêt-Dîyarbekirê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 21 ABT 536 a ku navê şofêrê wê nehat hînbûn, li wesayîta ku karkerên çandinîyê tê de bûn qelibî. Di encama qezaya ku pêk hat de 3 jê giran 7 kesan birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewlet a Erxenîyê. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.