Li Amerîkayê hejmara kesên ku ji ber Coronayê mirin derket li ser 102 hezarî
Li Amerîkayê di 24 seatên dawî de ji ber coronavîrusê 839 kesên din mirin.
Li Amerîkayê hejmara pêketîyan derket li ser milyonek û 745 hezarî û yên mirîyan jî 102 hezaran derbas kir.
Ji ber Coronavîrusa ku temamê dinyayê xistiye bin tesîra xwe heta îro li Amerîkayê 102 hezar û 107 kes mirin û bi milyonek û 745 hezar û 803 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Amerîkaya ku tê diyarkirin welatê bi hêztirîn ê cîhanê ye û welatên Mislimanan xistiye gola xwînê li hember Coronavîrusê bêçare maye.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.