Li Amerîkayê hejmara kesên ku ji ber Coronayê mirin derket li ser 105 hezarî
Li Amerîkayê di 24 seatên dawî de ji ber coronavîrusê 1203 kesên din mirin.
Li Amerîkayê hejmara pêketîyan derket li ser milyonek û 816 hezarî û yên mirîyan jî 105 hezaran derbas kir.
Ji ber Coronavîrusa ku temamê dinyayê xistiye bin tesîra xwe heta îro li Amerîkayê 105 hezar û 557 kes mirin û bi milyonek û 816 hezar û 897 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Amerîkaya ku tê diyarkirin welatê bi hêztirîn ê cîhanê ye û welatên Mislimanan xistiye gola xwînê li hember Coronavîrusê bêçare maye.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.