Li Amerîkayê hejmara kesên ku ji ber Coronayê mirin derket li ser 83hezarî
Li Amerîkayê hejmara pêketîyan derket li ser milyonekî û yên mirîyan jî 83 hezaran derbas kir.
Ji ber Coronavîrusa ku temamê dinyayê xistiye bin tesîra xwe heta îro li Amerîkayê 83 hezar û 425 kes mirin û bi milyonek û 408 hezar û 636 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Amerîkaya ku tê diyarkirin welatê bi hêztirîn ê cîhanê ye û welatên Mislimanan xistiye gola xwînê li hember Coronavîrusê bêçare maye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ji ber şobê dibe ku 90 hezar kes bimirin.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.