Li Amerîkayê hejmara kesên ku ji ber Coronayê mirin derket li ser 86hezarî
Li Amerîkayê di 24 seatên dawî de ji ber coronavîrusê 1777kesên din mirin.
Li Amerîkayê hejmara pêketîyan derket li ser milyonekî û yên mirîyan jî 86 hezaran derbas kir.
Ji ber Coronavîrusa ku temamê dinyayê xistiye bin tesîra xwe heta îro li Amerîkayê 86 hezar û 770 kes mirin û bi milyonek û 453 hezar û 381 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Amerîkaya ku tê diyarkirin welatê bi hêztirîn ê cîhanê ye û welatên Mislimanan xistiye gola xwînê li hember Coronavîrusê bêçare maye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ji ber şobê dibe ku 90 hezar kes bimirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.