Li Amerîkayê hejmara kesên ku ji ber Coronayê mirin derket li ser 94 hezarî
Li Amerîkayê di 24 seatên dawî de ji ber coronavîrusê 1369 kesên din mirin.
Li Amerîkayê hejmara pêketîyan derket li ser milyonek û nîv û yên mirîyan jî 94 hezaran derbas kir.
Ji ber Coronavîrusa ku temamê dinyayê xistiye bin tesîra xwe heta îro li Amerîkayê 94 hezar û 902 kes mirin û bi milyonek û 589 hezar û 306 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Amerîkaya ku tê diyarkirin welatê bi hêztirîn ê cîhanê ye û welatên Mislimanan xistiye gola xwînê li hember Coronavîrusê bêçare maye.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.