Li Amerîkayê hejmara kesên ku ji ber Coronayê mirin derket li ser 96 hezarî
Li Amerîkayê di 24 seatên dawî de ji ber coronavîrusê 1270 kesên din mirin.
Li Amerîkayê hejmara pêketîyan derket li ser milyonek û 600 hezarî û yên mirîyan jî 96 hezaran derbas kir.
Ji ber Coronavîrusa ku temamê dinyayê xistiye bin tesîra xwe heta îro li Amerîkayê 96 hezar û 206 kes mirin û bi milyonek û 618 hezar û 254 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Amerîkaya ku tê diyarkirin welatê bi hêztirîn ê cîhanê ye û welatên Mislimanan xistiye gola xwînê li hember Coronavîrusê bêçare maye.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.