Li Amerîkayê hejmara mirîyan derket li ser 132 hezarî
Li Amerîkaya ku lê Coronavîrus her ku diçe tesîra xwe zêde dike di rojekê de zêdetirî 53 hezar kes bicoronavîrusê ketin.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Zanîngeha Johns Hopkînsê ve hatiye belavkirin; di rojeke dawî de li Amerîkayê bi 53 hezar û 654 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket 2 milyon û 891 hezar û 380 kesî.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di 24 seatên dawî de 608 kesên din jî ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 132 hezar û 112 kesî.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.