Li Avustralyayê dê ji kesênli gorî karantînaya coronayêhereket nekin re ceza bê dayîn
Serokwezîrê Avustralyayê Scott Morrison destnîşan kir, bila ew kesên ku ji derveyî welêt tên heta 14 rojan di malên xwe de di karantînayê de bin.
Serokwezîrên parêzgehên Gallera Başûr a Nû, Queensland û Vîctorîayê jî destnîşan kirin, ew ê ji kesên ku li gorî şert û mercên ku hatine diyarkirin hereket nekin re cezaya pereyan û hepsê bê dayîn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ew ê ji kesên ku li gorî şert û mercên karantînayê hereket nekin re ji 11 hezar dolaran heta 20 hezar dolaran cezaya pereyan û heta 6 mehan cezaya hepsê bê dayîn.
Li Avustralyayê heta niha 5 kes ji ber corona vîrusê mirin û bi 313 kesan re jî vîrus hat tespîtkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.