Li Balikesîrê otobusa tûrê û tirek li hev qelibîn: 33 birîndar
Li Susurluka navçeya Balikesîrê otobusa tûrê ku xwendekar tê de bûn li tirê qelibî.
Qeza li ser rêbeja Bursa-Balikesîrê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin otobusa tûrê ya ku şofêrê wê Welî K. bû ji paşve li tirekî qelibî.
Di qezayê de şofêrê otobusê û 32 xwendekar birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê û polîs sewqî cihê qezayê hatin kirin.
Birîndar piştî alîkariya ewil hatin rakirin nexweşxaneyên li Susurluk û Balikesîrê. Hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş e. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.