Li Belçîkayê di 24 seatên dawî de 123 kesên din jî ji ber Coronavîrusê mirin
Bi van hejmarên dawî hejmara kesên ku ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji destdan derket 823 kesan.
Derbarê mijarê de ji teref Navenda Qeyranê ya Belçîkayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; li Belçîkayê di 24 seatên dawî de 123 kesên din jî ji ber Coronavîrusê mirin û bi van hejmarên dawî hejmara kesên ku ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan derket 823 kesan.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin hejmara kesên ku bi vîrusê ketine hezar û 189 kes zêde bû û derket 13 hezar û 964 kesan.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.