
Li Beljîkayê pir hilweşîya: 1 mirî, 2 birîndar
Li bajara La Louvièreya Beljîkayê pirekî ku di nav rewşa xerabûnê de bû hilweşîya; di bûyerê de karkerekî canê xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn.
Li La Louvièreya girêdayê wîlayeta Hainaut a herêma Valonê, pirekî ku di nav înşeatê de bû hilweşîya, karkerek canê xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku pir ji nişkav de hilweşîyaye û di dema hilweşînê de jî dûmanek gur bilind bûye.
Li gorî Alîkarê Serokê Şaredarîya La Louvièreyê Olivier Destrebecq, du kesên ku ji 12 kesên ku di dema bûyerê de li şantîyeyê bûn in birîndar bûn, mirovekî jî canê xwe ji dest da.
Beşa navenda binesazîyê ket nav avê.
Di heman demê de gelek vînç jî hilweşîyan û zerarê dîtin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.