Li ber dadgehê bi çek û kêran şer derket: 2 jê giran 10 birîndar
Li ber dadgeha Mêrdînê di navbera 2 koman de ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn bi çek û kêran şer derket, di encamê de 2 jê giran 10 kes birîndar bûn.
Bûyer, doh di seat 15.30yan de li ber dadgehê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di seatên esrê de li ber Dadgeha Mêrdînê di navbera 2 koman de ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn bi çek û kêran şer derket.
Di encama şer de M.E.T, R.Ş., M.G. M.S., A.T., A.S., H.T., M.S., H.S., H.S. birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.
Hat îfadekirin ku mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehîya Mêrdînê û Nexweşxaneya Dewleta Qoserê re hatin sewqkirin.
Polês, 12 kesan binçav kir.
Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.