Li Bismila Dîyarbekirê wesayît û mînîbûs li hev qelibîn: 12 birîndar

Li Bismila Dîyarbekirê wesayît û mînîbûs li hev qelibîn: 12 birîndar

Li navçeya Bismila Dîyarbekirê wesayîta ku di rê de derbasî aslîyê dinê bû, li mînîbûsa gund qelibî, di encama qezayê de 12 kes birîndar bûn.

Qeza, îro di seatên nîvroyê de li alîyê gundê Babaxakîya ser rêya Bismil-Êlihê ye pêk hat.

Wesayîta bi plaqeya 17 ABR 820 ya ku di bin îdareya E.K. de bû, li gorî îdîayan tekera wî teqîya û kontrola xwe winda kir û derbasî alîyê dinê bû.

Wesayît, dûre li mînîbûsa bi plaqeya 23 ET 622 ya ku di bin îdareya Mehmet S. de bû qelibî.

Di vê demê de otobûseke ku di rê de diçû jî ji ber ku parçeyên ku ji wesayît û mînîbûsê pekîyan li cama wî ketin zerarê dît.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên 112, cenderme û polês hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de 11 kesên ku di nav mînîbûsê de bûn û şofêrê wesayîtê birîndar bûn.

Birîndar; şofêrê wesayîtê Yunus E.K., şofêrê mînîbûsê Mehmet S. û S.Z, S.S, E.U, G.Z, C.Z, A.Z, R.D, M.G, D.G û Y.G yên ku di nav mînîbûsê de bûn bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewlet a Bismilê re hatin rakirin.

Hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş in û derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin.

Bi tevî şofêrê otobûsê mirovên derdorê îfade kirin ku ekîbên tenduristîyê dereng hatin û ji vê rewşê re bertek nîşan dan. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.