Li Brezîlyayê di 24 seatên dawî de ji ber Coronavîrusê 530 kes mirin
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Brezîlyayê ve hat belavkirin li Brezîlyayê di 24 seatên dawî de ji ber Coronavîrusê 530 kes mirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin li welêt derket 11 hezar û 653yan û hejmara kesên ku bi wan re Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket 169 hezar 594 kesan.
Di berdewama daxuyanîya wezaretê de hat diyarkirin 67 hezar û 784kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûne.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.