Li Brezîlyayê di rojekê 1290 kesên din ji ber Coronavîrê mirin
Wezareta Tenduristîyê ya Brezîlyayê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 1290 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara kesên mirî derket 63 hezar û 174 kesî.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin heta niha milyonek û 539 hezar û 81 kesî vîrus hat tespîtkirin.
Di warê zêdebûna hejmara pêketîyan de Brezîlya piştî Amerîkayê tê.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.