Li Brezîlyayê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 50 hezarî
Wezareta Tenduristîyê ya Brezîlyayê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de zêdetirî hezar kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara kesên mirî derket 50 hezar û 659 kesî.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin heta niha milyonek û 86 hezar û 990 kesî vîrus hat tespîtkirin.
Di warê zêdebûna hejmara pêketîyan de Brezîlya piştî Amerîkayê tê.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.