Li Çadê gundekî bi Îslamê îzzetê bidestxist
Weqfa Alîkarîya Însanî ya Karwan Hêvîyê li Çadê di çarçoveya zîyaretên xwe de gundekî ku Îsewî ne bi Îslamê dan şerefgirtin.
Serokê Giştî yê Karwana Hêvîyê Cengîz Kurtaran weha got, “Em li Çadê zîyaretên xwe didomînin. Em bi xebereke xweş li hemberî we ne. Em li gundê Nîyagoyê ne. Însanên li vê derê Îsewî bûn. Lê niha pirenîya wan bi dînê dawîn ku li cem Xwedê dînê kamil e, yanê bi Îslamê re şerefê dîtin. Bi îzna Xwedê em ê ji şehadeta wan re bibin şahid.”
Rayedarên Karwana Hêvîyê bi tevî gundîyan li meydana gund kom bûn û tev bi hev re Kelîma Şehadetê anîtin û bi vê şeklê bûn Misilman.
Ew ê ji bona ku îbadetê bikin li gund wê mescîdek bê lêkirin.
Ji bo vê mescîdê jî bang li xêrxwazan hat kirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.