
Li çend bajarên welêt ji ber berf û bagerê mekteb hatin tatîlkirin
Berf û bagera ku berî vê çend rojan li welêt tesîra xwe nîşan da her ku diçe tesîra xwe zêdetir dike.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Kurdistana Tirkîyê li bajarên bi navê Bîngol,Sêwas, Semsûr, Hekkarî, Wan, Mêrdîn û Erzîncanê mekteb ji ber berfê ji bo rojekê hatin tatîlkirin.
Her wisa hat hînbûn li Tirkîyê jî li bajarên bi navê Nîgde, Tokat, Yozgat, Semsûn, Aksaray, Konya, Nevşehîr, Karaman û Orduyê jî mekteb ji ber berfê hatin tatîlkirin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.