
Li Çeneqqeleyê otobûsa rêwîyan qulibî: 37 birîndar
Li navçeya Gelîbolûya Çeneqqeleyê otobûsa rêwîyan qulipî, li gorî diyarîyên ewil di qezayê de 37 kes birîndar bûn.
Hat îfadekirin ku li navçeya Gelîbolûya Çeneqqeleyê, otobûseke rêwîyan ku sefera Yewnanistan-Îzmîrê dikir, ji ber ku şofêrê wî hakimîyeta dîreksîyonê winda kir ji rê derket û qulipî.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re gelek ekîbên tenduristî, cenderme û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.
Li gorî diyarîyên ewil di encama qezayê de 37 kes birîndar bûn.
Mirovên birîndar, piştî midexeleya ewil ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Tê destnîşankirin ku di dema qezayê de 42 kes di nav otobûsê de bûn.
Rêwîyan îfade kirin ku qeza ji ber ku şofêr raketîye pêk hatîye.
Rayedaran derheqê qezayê de tehqîqat dan destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.